Li ser rêbeja Êlih-Diyarbekirê otobusa rêwîyan qeza kir: 33 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêbeja Êlih-Diyarbekirê pêk hat de 33 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.11.2022 13:45:04 / Güncelleme: 26.11.2022 13:45:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza derdora seat 10.00an de li nêzî gundê Yuvacika Diyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a bi plaqeya 16 ASR 703 a ku ji Êlihê diçû ber bi Diyarbekirê ve ji sedemeke ku hêj nehat hînbûn qeza kir.

Di encama qezayê de 33 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)