Li Endonezyayê hejmarê mirîyan derket 310 kesan

Li wîlayeta Javaya Rojavaya Endonezyayê di mezinahîya 5,6an de erdhej pêk hatibû, di encama erdhejê de hejmarê mirîyan derket 310 kesan.

Ekleme: 26.11.2022 09:40:24 / Güncelleme: 26.11.2022 09:40:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran daxuyandin ku 24 kes winda ne 13 hezar kes jî ji cihê xwe hatin tehlîyekirin.

Di encama erdhejê de 363 dibistan, 144 avahîyên dînî, 16 dikan û 3 tesîsên tenduristîyê xera bûn.

Hatibû destnîşankirin ku li herêma Cîanjurê 56 hezar û 311 xanî xera bûn, 62 hezar û 545 kes jî bê mal mane. (ÎLKHA)