OSYM teqwîma îmtîhanê paşve kişand

OSYM, teqwîma îmtîhana 2023yan paşve kişand. Teqwîm, ji ber ku tarîxa hilbijartinê û îmtîhana zanîngehê ketin ser hev ji nû ve tê nirxandin.

Ekleme: 26.11.2022 09:35:05 / Güncelleme: 26.11.2022 09:35:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

OSYM, teqwîma îmtîhana zanîngehê ya 2023yan ku pêr daxuyandibû, rojekî paşê paşve kişand.

Sebeba wê jî, tarîxên hilbijartinê û îmtîhana zanîngehê hatine ser ‘eynî dîrokê.

Di teqwîmê de hatibû destnîşankirin ku Îmtîhana Sazîyên Hindekarîya Bilind (YKS) ew ê di 17-18ê Hezîranê de bê kirin.

Ji ber vê yekê OSYM jî ji bona ku tarîx di ‘eynê rojê de nebe qerara nirxandina nû girt. Ji ber vê sebebê teqwîma îmtîhanê paşve hat kişandin.

Veguherîna teqwîma îmtîhanê di encama wê nirxandinê de bê eşekerekirin. (ÎLKHA)