Wezîr Soylu: 3 ton metamfetamîn hat bidestxistin: 12 kes hatin binçavkirin

Wezîrê Karên Hindir Suleyman Soylu, daxuyand ku di encama operasyona ku piştî teqîbeke 6 mehî hat kirin de 3 ton 553 kîlo metamfetamîn hate bidestxistin.

Ekleme: 24.11.2022 12:05:13 / Güncelleme: 24.11.2022 12:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku di hîsaba medyaya civakî de hat belavkirin de weha hat gotin:

“Li Stenbolê piştî teqîba 6 mehî di navbera 16-23yê Mijdarê de operasyonan hatin lidarxistin; di encama wan operasyonan de 3 ton û 553 kîlo metamfetamîn hate bidestxistin, 12 kes hatin girtin, karê 10 kesan jî didome.” (ÎLKHA)