Li Bûrsayê erebe ji pirê ket xwarê: 2 birîndar

Li navçeya Osmangazîya Bûrsayê erebeya ku dema ba diket ji pirê ket xwarê, di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 24.11.2022 10:55:16 / Güncelleme: 24.11.2022 10:55:16 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Qeza, li çarrêya pir a ku li pêşîya avahîya dadgehê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şoforê erebeya bi plaqeya 16 ASM 349 a ku navê wê nehat hînbûn, di rêya ku şimitokî bû de şimitî û ji pirê ket xwarê.

Di encama qezayê de şofêr û mirovê ku cem şofêr bû birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovên ku qezayê dîtin ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Polês derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)