Rûsya careke din li Kîevê xist

Hat ragihandin ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve li ser hin mezrayên li Ukraynayê ku di nav wan de paytext Kîev jî heye, êrîşên bi fuzeyan hatin kirin.

Ekleme: 24.11.2022 10:10:21 / Güncelleme: 24.11.2022 10:10:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kîev a paytexta Ukraynayê careke din bû hedefa êrîşên Rûsyayê. Di êrîşên mûşekî yên Rûsyayê de tesîsên binesaziyê yên krîtîk û niştecih hatin xistin. Hat ragihandin ku di êrîşê de 6 kesan canê xwe ji dest dane û 36 kes jî birîndar bûne.

Şefê Polîsê Neteweyî yê Ukraynayê Igor Klîmenko diyar kir ku artêşa Rûsyayê 16 navendên binesaziyê yên girîng hedef girtin û ragihand ku di encama êrîşên mûşekî de 6 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê bi 70 fuzeyên krûz û 5 balafirên bêmirov (ÎHA) li dijî tesîsên binesaziya girîng ên ku di nav wan de avahî, santralên elektrîkê û navendên belavkirina elektrîkê di nav de ne, êrîş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 51 fuzeyên Kruz û 5 balafirên bêmirov ên tîpa Lancet ên ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatibûn avêtin ji teref sîstema parastina hewayî ya Ukraynayê ve hatin îmhakirin û artêşa Rûsyayê avahî, santralên termîk û navendên belavkirina elektrîkê yên li Kîev, Vinnitsa, Lviv, Zaporizhia û herêmên din hedef girtin.

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku piştî êrîşa dawî, tevahiya herêma Kîevê bê ceyran maye û av jî qut bûye. (ÎLKHA)