Iraq, danûstandinên hevpar bi bankên Libnanî re rawestand

Banka Navendî ya Iraqê ragihand ku danûstandinên hevpar yê bi bankên Lubnanê re hatine rawestandin.

Ekleme: 24.11.2022 09:05:26 / Güncelleme: 24.11.2022 09:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji Banka Navendî ya Iraqê ji bankayên Lubnanê re nameyeke fermî hat şandin.

Di nivîsê de weha hat gotin, "Pêvajoya veguhestina hevsengiyê ji bankên Libnanî bo şaxên Beyrûtê yên Rafideyn û Raşîd ên Iraqî, bi hinceta berjewendiya kar û pişkinînê hate rawestandin."

Dadgeha peywendîdar a Bexdayê doh ragihandibû, ku Rêveberê Giştî û Cîgirê berê yê Banka Rafideyn dê bi darê zorê bînin bankên Lubnanê ji ber "îdiayên gendeliyê" di danûstandinên veguhestina pereyan de. (ÎLKHA)