Li Dûzceyê di erdheja ku pêk hat de kesek mir

Kesê ku di erdheja ku li navçeya Golyaka ya Dûzceyê pêk hat de dema dixwest ji malê derkeve ket xwarê li nexweşxaneya ku hatibû rakirin canê xwe ji dest da.

Ekleme: 23.11.2022 15:35:05 / Güncelleme: 23.11.2022 15:35:05 / Xeberen Kurdi / Düzce Haberleri
Destek için 

Erdheja îro saet di 04:08 de li navçeya Gölyaka bi pileya 5.9 pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Hikmet Çelebî yê 47 salî ku li gundê Pîrpîrê yê navçeya Çilimliyê rûdinê dema ku xwest ji malê derkeve hevsengiya xwe winda kir û serê xwe li derenceyan xist.

Çelebî ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dûzce Ataturkê, digel hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest da.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acîl (AFAD) ragihand ku di erdheja li Golyaka, li Dûzce, Stenbol, Zonguldak, Sakarya û Boluyê de bi tevahî 50 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)