Li Kongoyê hezaz çêbû: 11 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber barana zêde ax şimitî 11 kes mirin.

Ekleme: 23.11.2022 15:05:16 / Güncelleme: 23.11.2022 15:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barana gur a ku li herêma Kîvûya Başûr a li rojhilatê welêt bi bandor bû û 2 roj dewam kir, li herêmê bû sedema hezazê.

Di hezazê de 11 kesan canê xwe ji dest dan, der barê 7 kesan de jî agahî nehate bidestxistin.

Her wiha ji ber şimitîna axê gelek xanî jî nikarin bên bikaranîn.

Tê tirsandin ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)



Etiketler: