Walîyê Dihokê: 5 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn

Walîyê Dihokê Elî Teter ji bo qurbaniyên wê bûyerê 2 roj şîna giştî îlan kir.

Ekleme: 22.11.2022 13:05:13 / Güncelleme: 22.11.2022 13:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şeva borî li Diuhokê di encama teqîna gazê de 5 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn. Walîyê Dihokê li wê parêzgehê 2 roj şîna giştî îlan kir.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter ji rojnamevanan re ragihand: “Di qezaya şeva borî de 5 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.

Me li parêzgeha Dihokê 2 roj şîna giştî ragihand.” (ÎLKHA)