Li Sêrtê êrîşa çekdar: Mirîyek

Li navçeya Misirca Sêrtê F.C.yê 29 salî yê ku bi çekan êrîş lê hat kirin canê xwe ji dest da.

Ekleme: 22.11.2022 11:55:21 / Güncelleme: 22.11.2022 11:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di seetên êvarê de li ser Rêya Derdor a Misircê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du komên ku li ser rêya derdorê hevdû dîtin de gelemşe derket û dû re jî çek hatin derxistin.

Di encama şerê bi çek de F.C. (29) giran birîndar bû. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê û gelek polês hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristê yên ku hatin cihê bûyerê piştî midexeleya ‘ewil F.C. rakirin nexweşxaneyê.

F.C. li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Polês derheqê bûyerê de xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)



Etiketler: