Li Çînê di febrîqeyê de şewat: 36 mirî

Li bajara Anyanga ku girêdayê wîlayeta Henana Çînê ye di febrîqeyekê de şewat pêk hat, di encama şewatê de 36 kes canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.11.2022 11:40:17 / Güncelleme: 22.11.2022 11:40:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, li bajara Anyangê di “Herêma Teknolojîya Bilind” de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şewat doh di seatên nîvroyê de pêk hatîye.

Şewata ku ji 60î zêdetir ekîbên îtfaîyeyê midexeleyê kirin di seet 20.00an de hat binkontrolkirin û encax di seet 23.00an de hat tefandin.

Li gorî diyarîyên ‘ewil di encama şewatê de 36 kes canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo ku bên tedawîkirin hatin rakirin nexweşxaneyan.

Sedema derketina şewatê hêj didome. (ÎLKHA)