Li Diyarbekirê dengê teqînê bû sedema tirsê

Dengê du teqînên ku li Diyarbekirê hat bihîstandin, hat hînbûn ku teqîneke bi kontrol bûye.

Ekleme: 22.11.2022 11:30:17 / Güncelleme: 22.11.2022 11:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Diyarbekirê di nêzê seet 10.20an de dengê du teqînan hat bihîstandin. Ji ber teqîna ku li gelek cihan hat bihîstandin di welatîyan de bû sedema tirsê.

Li gorî agahîyên ku ÎLKHA bidestxistîye hat hînbûn denga ku hat bihîstandin, dengê teqîneke bi kontrolî ye. Hat hînbûn ku rewşeke xerab tineye.

Hinek kesan diyar kirin ku denqê teqînê ji Fermandarîya Bingeha Sereke ya 8emîn ve di encama teqîneke bi kontrolkirî de hatîye bihîstandin. (ÎLKHA)