Li Dihokê teqîn: 4 mirî, 33 birîndar

Li bajara Dihoka Kurdistana Başûr di depoya gazê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 4 kes canê xwe ji dest dan, 33 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.11.2022 09:20:21 / Güncelleme: 22.11.2022 09:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di avahîyekî yê ku wargeha xwendekaran a ku li Taxa Girê Basê ye jî tê de ye de di sîstema gazê ya firinê de teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de bi tevî xwendekaran 4 kes canê xwe ji dest dan, 33 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin nasnameyê kesên ku canê xwe ji dest dane ewaye: Serdarê fermandarê Pêşmergeyê Alî Berwarî, Alîkarê Midirê Polêsê Midexeleya Acîl ya Dihokê Gaffur Omer Dergîjnîkî û xwendekar Nîhat Alî.

Çend rojên berê li Silêmanî jî teqînek pêk hatibû û di encama wê teqînê de jî 15 kes canê xwe ji dest dabûn, 12 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)