Li Yemenê ji serê salê heta niha 92 zarok mirin

Weqfa Zarokan Xelas Bikin ragihand ku li Yemenê ji serê salê heta 15ê Mijdarê 92 zarok di pevçûnan de mirine.

Ekleme: 21.11.2022 12:25:10 / Güncelleme: 21.11.2022 12:25:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Zarokan Xelas Bikin bi wesîleya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Yemenê ji serê salê heta meha Mijdarê 92 zarok mirine û 241 zarok jî birîndar bûne

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li welat her roj zarokek birîndar dibe û li herêmê rageşî zêde dibe.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên şer hat kirin ku pêşî li êrîş û tundiya li ser zarokan bigirin. (ÎLKHA)