Li Kurdistana Başûr ji bo kirêdaran 400 apartman tên çêkirin

Qeymeqamê Berderaşê Îsmaîl Mistefa diyar kir ku di çarçoveya plana hikûmetê ya avakirina 400 xaniyan de li navçeya Berdereşê biryar hatiye dayîn ku 400 xanî bên avakirin.

Ekleme: 21.11.2022 12:15:03 / Güncelleme: 21.11.2022 12:15:03 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeymeqamê Barderaşê Îsmaîl Mistefa ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand, di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo avakirina xaniyan ji bo hejar û kirêgirtiyan, me nameyek ji parêzgarê Dihokê re şand.”

Qeymeqam weha got, “Parêzgarê Dihokê kar li gel aliyên peywendîdar dike ku di zûtirîn dem de pirojeyê radestî serokwezîr bikin.”

Mistefa weha got, "Çêkirina xaniyan li hemû herêm û bajaran dê bandora xwe hebe, ji ber ku hikûmet dixwaze xaniyan ji hejaran û kesên ku pêwîstiya wan bi xaniyan heye dabîn bike." (ÎLKHA)