Hêzên deryayî yên îşxalker li peravên Xezzeyê keştiyên masîgiran dike hedef

Keştiyên rejîma îşxalker danê sibê li peravên Xezzeyê êrîşî botên masîgiran ên Filistînî kirin.

Ekleme: 19.11.2022 12:35:17 / Güncelleme: 19.11.2022 12:35:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Komîteya Masîgiran, li peravên El-Weha û El-Sudaniye li bakurê Zîvala Xezzeyê, keştiyên îşxalkeran çend caran gule li keştiyên masîgiran reşandin.

Li gorî agahiyan, yek ji wan keştiyan li herêma El-Weha ya rojava şewitiye.

Di vê navberê de hêzên îşxalker kanalîzasyona rojhilata Xan Yûnisê gulebaran kirin. Di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûn.

Hêzên îşxalker ê ku ji hewa, bejahî û behrê ve Zîvala Xezzeyê dorpêç kirine, gelek caran êrîşî masîgirên Filistînî yên ku beşeke mezin ji dahata Zîvala Xezeyê dabîn dikin, dike. (ÎLKHA)