Li Hewlêrê otobûsa geştyaran qeza kir

Di encama qezaya otobûsa geştyaran a ku diçû herêma geştyarî ya Bêxalaya Hewlera paytexta Herêma Kurdistanê de li gorî diyarîyên ‘ewil gelek birîndar hene.

Ekleme: 19.11.2022 11:20:20 / Güncelleme: 19.11.2022 11:20:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobûsa ku gelek geştyar tê de bûn li bajaroka Bêxala ku li navçeya Soranê ye qeza kir.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di otobûsê de 40 rêwî hebûne di encama qezayê de gelek kes birîndar bûne, kesên birîndar jî hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat destnîşankirin ku qeza ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kirîye pêk hatîye. (ÎLKHA)