Cenazeyê qurbaniyên bûyera Silêmaniyê îro tên definkirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro beşdarî merasîma cenazeyên qurbaniyên bûyera Silêmaniyê bibe.

Ekleme: 19.11.2022 11:05:20 / Güncelleme: 19.11.2022 11:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di teqîna şeva Pêncşemê de li Silêmaniyê herî kêm 15 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.

Biryare îro merasîma oxirkirina cenaze bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmareke zêde ya welatiyan were lidarxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 14 kes ji wan qurbaniyan dê li Silêmaniyê û qurbaniyek din jî li Rojhilatê Kurdistanê bên veşartin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di daxuyaniyekê de ragihand, “Amadekarî û tedbîrên tîmên hawarçûnê û pijîşkiya dadwerî li Tendirustiya Silêmaniyê ji bo merasîma veşartina termên qurbaniyên teqînê Banka xwînê, pijîşkiya dadwerî. û lênihêrîna zirav bi rêk û pêk hatin kirin.” (ÎLKHA)