Li cihê bilind yê Agirîyê berf barîya

Li gund û çîyayên bilind yê Agirîyê ji ber berfa kur barîya her der spî bû.

Ekleme: 18.11.2022 16:20:16 / Güncelleme: 18.11.2022 16:20:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi sarbûna hewayê barîna berfê jî dest pê kir, berfa ku barîya çîyayên bilind yê Agirîyê spî kir.

Li derdorê gundên Çemê Çeto, Dêlawêqirê û Miraşeyê di seatên serê sibê de berf barîya û bi barîna berfê cihên bilind spî bûn.

Cotkarên ku di seatên serê sibê de heywanên xwe birin çêrandinê, ji ber sedema barîna berfê heywanên xwe anîtin gund û kirin axiran.

Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê jî doh daxuyandibû ku li alîyê rojhilata welêt li cihê bilind wê dem bi dem berf û baran bibare. (ÎLKHA)