Di teqîna Silêmanî de hejmarê mirîyan derket 14 kesan

Walîyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir diyar kir, di berdewamiya lêgerîna tîmên lêgerîn û xelaskirinê de 3 cesedên dinê jî ji bin enqazê hatin derxistin û hejmara mirîyan gihaşt 14 kesan.

Ekleme: 18.11.2022 14:05:20 / Güncelleme: 18.11.2022 14:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ebûbekîr îro beriya saetekê di daxuyanîyekê xwe de gotibû, birîndarekî bûyerê îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê derketîye 11 kesan.

Bi dîtina 3 termên nû, tê îddîakirin ku termeke tenê di bin enqazê de mabe.

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê pêştir diyar kiribû, hêj 4 kes di bin enqazê de mane lê ew nizanin ka sax in an jî mirîne.

Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, 6 birîndarên bûyerê li nexweşxaneyê mane ku rewşa 2 ji wan giran e û di bin çavdêriya awarte de ne.  (ÎLKHA)