Li Rihayê di navbera eqrebeyên nexweşan de şer derket

Di Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê de di navbera eqrebeyên nexweşan de şereke ku sedema wê hêj nediyare pêk hat.

Ekleme: 18.11.2022 12:05:16 / Güncelleme: 18.11.2022 12:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê de eqrebeyên nexweşan ji ber sedemeke ku hêj nediyare bi hevdû re ketin nav gelemşeyê.

Gelemşe, bi beşdarbûna kesên dinê ve vegerîya şerê.

Di şera ku derket de nêzên nexweşan bi dar û qulman li hev xistin.

Şer, bi midexeleya ekîbên ewlehîyê bidawî bû. (ÎLKHA)