Li Pakistanê qezaya otobûsê: 18 mirî

Li bajara Sehvana ku girêdayê wîlayeta Sînde ya Pakistanê ye otobûseke rêwîyan li şerempolê gêr bû, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil 10 jê zarok 18 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.11.2022 11:30:06 / Güncelleme: 18.11.2022 11:30:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobûsa rêwîyan a ku li rêya Îndusa Pakistanê diçû, li nêzê bajara Sehvanê li şerempolê gêr bû.

Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ‘ewil 10 jê zarok tev de 18 kes canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)