Derheqê bûyera Dedeoggularîyan de qerar hat dayîn

Li navçeya Merama Qonyayê ji Mehmet Altunê bersûcê kuştina 7 kesên ku ji ‘eynî malbatê ne re 7 car miebbeta giran hate dayîn.

Ekleme: 18.11.2022 10:15:21 / Güncelleme: 18.11.2022 10:15:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mehmet Altun ji rûniştina ku di Dadgeha Cezaya Giran a 4emîn ya Qonyayê de dihat dîtin re bi Sîstema Înformatîka Xuyang û Dengê (SEGBÎS) beşdarî bû, dadwerên sûcdar û dadwarên xwedîdozan jî li dadgehê amade bûn.

Dadwarên malbata Dedeogullarîyan, di rûniştandinê de daxwazîya reddîhakîmê kir.

Lijneya dadgehê, qerar da ku bi ev daxwazê tê xwestin ku bila darizandin bê dirêjkirin, ji ber vê yekê daxwazîya dadweran qebûl nekir.

Lijneya dadgehê, piştî navberê qerar da ku ji sûcdar Altun re ji ber “Bi şeklekê wehşîyane kuştina qestî” 7 car miebbeta giran hat dayîn.

Ji Altun re xeyn ji ev qerarê, ji ber sûca “Bi şewitandinê zerar dayîna ji mal û milkê re” 4 sal, ji ber sûca “Îxlalkirina destnedayîna xanîyan” 4 sal, ji ber sûca “mixalefetkirina ji Qanûna Amûrên Kêran, Çekan û Tiştên Dinê” jî 2 sal cezaya hefsê hat dayîn.

Sûcdarên dinê jî Yahya Çalik, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Lutfî Keleş, Alî Keleş (Kurê Lutfî Keleş), Velî Keleş, Alî Keleş (Bırê Velî Keleş), Ayşe Keleş û Alî Keleş (Kurê Harun Keleş) derheqê sûca “Pê dan kirina Kuştina Bi Şekeleke Wehşî” de qerara beraatê hat dayîn. (ÎLKHA)