Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saglam û lijneya bi wî re beşdarî şîna malbata Akinê bûn

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Saglam, ji malbata Akina ku çend roj berê li gundê Girbereşka navenda Êlihê di navbera eqrebeyan de şereke çekdar derketibû û di encama şerê de 5 kes canê xwe ji dest dabûn re zîyareta tezîyeyê kir.

Ekleme: 17.11.2022 17:05:18 / Güncelleme: 17.11.2022 17:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Roja yekşema borî di navbera du malbatên ku tê diyarkirin eqrebeyên hevdûne de ji ber meseleya ‘erd şer derketibû, di encama şerê bi çekdar de 5 kes canê xwe ji dest dabûn, 3 kes jî birîndar bûbûn.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, bi tevî Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdurrahman Cens, Serokê Bajêr yê Êlihê Davût Şahîn, Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçarslan û lijneyeke ku ji partîya wê tê sazbûn malbatên kesên ku rehmet kirine zîyareta tezîyeyê kir.

Saglamê ku piştî zîyaretê axavtinek kir, ji Xwedê Teala ji bona kesên ku ji malbata Akinê wefat kirine re daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa xêrê kir.

Malbata Akinê jî ji ber zîyareta Saglam û lijneya wî dilxweşîyê xwe anîtin ziman.

Saglam, piştî zîyaretê, bi tevî lijneya xwe ji Êlihê veqetîya. (ÎLKHA)