Serokwezîrê Iraqê, ji ber şewata balafirgehê reyadaran ji wezîfeyê girt

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, piştî du şewata ku di Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê pêk hatin de hinek rayedaran ji wezîfeyê girt.

Ekleme: 17.11.2022 16:40:05 / Güncelleme: 17.11.2022 16:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîyê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku zîyareta Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê zîyaret kir û bi Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê, Teşkîlata Ewlehîya Neteweyî re hevdîtinek kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin qerar hat dayîn ku Midirê Otorîteya Hewayî ya Sîvîl, Midirê Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û Midirê Ewlehîya Balafirgehê ji wezîfeyê bê girtin.

Sudanî ragihand ku ew ê tehqîqata ku derheqê şewatan de hatin destpêkirin bişopîne, telîmat da ku bila hemû tedbîrên ewlehîyê ji nû ve bên teqîpkirin. (ÎLKHA)