Ji temsîlkarîya Dara Hênê ya Karwana Hêvîyê alîkarîya êzingê

Ji teref temsîlkarîya Dara Hênê ya Komeleya Karwana Hêvîyê ya Çewligê ve ji du malbatên mihtac re alîkarîya êzingê hat kirin.

Ekleme: 17.11.2022 15:45:15 / Güncelleme: 17.11.2022 15:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê yê ku bi hatina zivistanê xebatên xwe yên bi şîara “Vegerîna Zivistanê ji Biharê re” dabû destpêkirin, bi alîkarîya xêrxwazan malbatên mihtac kêfxweş dike.

Komeleya Karwana Hêvîyê ya Çewligê yê ku her meh alîkarîyên cuda lidar dixe û êtîm û mihtacan kêfxweş dike, li navçeya Dara Hênê jî ji malbatên mihtac re êzing belav kir û wan kêfxweş kir.

Mucahît Aribogayê Temsîlkarê Dara Hênê ya Komeleya Karwana Hêvîyê ya Çewligê derheqê alîkarîyê de axivî û weha got, “Me ji du malbatên xwe yên ku li navçeya me ya Dara Hênê rûdinên re alîkarîya êzingê kir. Ji her yek malbatê xwe re 1 ton û 600 kîlo êzing da. Bi tevahî me 3 ton û 200 kîlo êzing da malbatên xwe. Xwedê ji xêrxwazan razî bibe. Ger ku hûn jî dixwazin di van rojên sar û zehmet de alîkar bibin ji kerema xwe re têkilîyê me bikin.” (ÎLKHA)