Li Stenbolê teqîna erdgazê: 10 birîndar

Li Fatîha Stenbolê erdgaz teqîya, di encama teqînê de hejmarê birîndaran derket 10 kesan.

Ekleme: 17.11.2022 09:45:20 / Güncelleme: 17.11.2022 09:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Kolana Evlîya Ataya li navçeya Fatîha Stenbolê di avahîyekî de dema ku ekîbên ÎGDAŞê dixebitîyan teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de 10 kes birîndar bûn, kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat destnîşankirin ku ekîban li herêma teqînê tedbîran girtin. (ÎLKHA)