Di sînora Polonyayê de roket ket: 2 mirî

Di teqîna ku li rojhilata Polonyayê li ser sînora Ukraynayê pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 16.11.2022 08:55:04 / Güncelleme: 16.11.2022 08:55:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê îtfaîyeya mehellî Marchin Lebedovich diyar kir ku, me xeber girt ku di sînora Ukraynayê di makîneya ziwakirîna zadê de teqînek pêk hat, du kes li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Berdevkê hikumeta Polonyayê Piotr Müller got ku, Serokwezîr Mateusz Morawiecki komîteya parastin û ewlehîya hikimetê ji bo civîna acîl bang kir.

Li gorî medyaya welêt di rojhilata Polonyayê li nêzê sînora Ukraynayê du heb roket ketin ‘erdê. (ÎLKHA)