Prof. Dr. Kiran: Miletên din xwediyê çibin Kurd jî wê yekê dixwazin

Pisporê Zanyarê Sîyaseta Navneteweyî Prof. Dr. Abdullah Kiran, di nirxandina xwe ya ku derheqê meseleya Kurd de, got ku miletên din xwediyê çibin Kurd jî wê yekê dixwazin.

Ekleme: 15.11.2022 16:15:04 / Güncelleme: 15.11.2022 16:15:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pisporê Zanyarê Sîyaseta Navneteweyî Prof. Dr. Abdullah Kiran derheqê meseleya Kurd û rêyên çareserîya wê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Prof. Dr. Kiran, ji pirsa ‘Kurd çi dixwazin?’ re, bersiva “Miletên din xwediyê çibin, Kurd jî wê yekê dixwazin. zêdetirê wê naxwazin.” Da.

Kiran di axavtina xwe de weha got, “Li Rojhilata Navîn miletê ku nûfusa wan herî mezin û axa herî zêde, coğrafya herî zêde di destê wan de bû Kurd bûn. Hîna beriya ku birayên me Tirk li derê bin Kurd hebûn. Ji paytexta Azerbeycanê; ji Tebrîzê bigre derbasî Gêncê ve ji wira dakeve aliyê Qersê (Anî wê çaxê hebûn) ji wê derê dakeve were Diyarbekir û Riha yê ji wê derê here Mûsilê ji wê derê dakeve Hewlêr û Kerkûkê ji wê derê here Kirmanşah û Hemedanê dîse ji wê derê derkeve Tebrîza Îranê; li coğrafyayeke gelek mezin Kurd serwerbûn. Mîrekiyên Kurdan hebûn. Îro Kurd ketine. Miletên din çi dixwazin Kurd jî wê dixwazin.”

“Pirsgirêka herî mezin a di navbera Kurdan de asîmîlebûnîye”

Kiran di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Kurd milleteke mezlûm in, “Îro di dinya ye hemdem de rastiyek heye: Kurd miletekî mezlûm in. Bi taybetî şertên Kurdên Tirkiyeyê, yên Başûr, yên Rojava nabin wekhev. Di şertên îroyîn de mînak em ji bonî Tirkîyeyê bêjin: divê di destûrnameya Tirkî de Kurd, weke miletekî ciyê xwe bigirin. Ya din jî Kurd weke miletekî li dera ku nifûsa wan pir e, li ser axa xwe bikaribin xwe îdare bikin. Ev e mesele. Di wê çerçoveyê de ye û statuya Kurda ye. Mesela Kurda mesela statuyê ye. Heta ku statuya Kurda nebe, heta ku statuyeke zimanê  Kurdî li vî welatî nebe wê neyê hesibandin. Ew ê tu kes rûmetekê nede zimanê Kurdî jî û nade Kurdan jî. Wellehî mesela herî mezin ya Kurda mesela asîmilebûnê ye.”

“Ger ku zimanê Kurdan bimre ew ê miletê Kurd jî tune be”

Kiran destnîşan kir ku mafên ku ji Kurdan re bên dayîn lazime ku ji bo ti kesê bi tehdîdek neyê dîtin û neyê fêhmkirin, “Berê kelehên Zimanê Kurdî gûndên me bûn. Heyf û mixabin ku em îro bala xwe didine kelehên Zimanê Kurdî jî em dibînin ku zarokên Kurda bi Tirkî dipeyivin. Ev şikestekek gelek gelek mezin e. Ji boyî vê yekê barê herî giran dikeve ser ronakbîr û siyasetmedarên Kurd. Divê Kurdên ku haya wan ji siyasetê heye bizanibin: Berê bawermend û misyonerên Xiristiyanan hebûn. Çawa diçûn gund bi gund digeriyan. Îro jî bi wî awayî divê misyonerê zimanê Kurdî hebin. Herin gund bi gund bigerin. Bi civata Kurd re, bi mezinên gundan re rûnin, bicivin. Tenê ne li gundan, li bajar û navçeyan jî li her derî vê yekê bikin. Lewra Zimanê Kurdî gava ku mir Kurd jî dimirin. Hebûna miletekî bi zimanê xwe ye. Miletekî ku zimanê xwe winda kir ew êdî pûç e. Êdî hebûna wî di ser rû yê erdê tiştekî îfade nake. Dibe parçeyên miletekî dine.”

“Divê ku malbatên Kurd bi zarokên xwe re Kurmancî bi axivin”

Kiranê ku bal kişand gerek Kurdî û kevneşopîya Kurd bê jiyankirin di dawîya axavtina xwe de weha got, “Malbatên Kurd divê bi zarokên xwe re bi Kurdî bi peyivin. Lewra Zimanê Kurdî zimanekî qedîm e, zimanekî fireh e, zimanekî medeniyetê ye. Eger zarokekî bi Kurdî bizanibe hê bêhtir, hê rihettir bi İngilîzî, bi Tirkî, bi zimanên din dizane. Ji ber wê yekê divê Kurd qîmeta zimanê bizanibin. Vî zimanê qedîm biparêzin. Yanî gava ku tu bi Kurdî bizanibî tuyê bi rehetî İngilîzî hîn bibî, tu bi rihetî Almanî hîn bibî, tuyê zimanê dinyayê hîn bibî. Tenê ji bonî vê yekê jî be divê Kurd zimanê xwe biparêzin. Malbatên Kurd jî di mesela ziman de bi ti awayî divê gav bi şûn de neavêjin. Zimanê me hebûna me ye.” (ÎLKHA)