Di çalakîya Filistînîyê ciwan de 3 îşxalker mirin, 3 îşxalker jî birîndar bûn

Li Selfîta ku di bin îşxalê de ye, ciwanekî Filistînî bi kêrê çalakîyek li dar xist û 3 sîyonîstên îşxalker kuşt, 3 îşxalkeran jî birîndar kir.

Ekleme: 15.11.2022 14:40:17 / Güncelleme: 15.11.2022 14:40:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di seatên serê sibê de li navenda şênîya Arîel Cîhûyî ya ku nêzê Serlfîtê ye de 2 çalakîyên cuda hat lidarxistin, di encama wan çalakîyan de 6 îşxalkerên sîyonîst birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di daxuyanîya ku ji teref sazîya bi navê Stêrka Dawûdê a Sor yê aîdê sîyonîstan ve hat belavkirin de, di çalakîya ku li navenda şênîyê hat lidarxistin de ji 6 îşxalkêrên sîyonîst 3 kes mirin.

Hat ragihandin ku Muhammed Moura Sooufê ku çalakîyê li dar xistîye jî dema ku ji cihê çalakîyê dûrdikeve tê şehîdkirin.

Di van rojên dawîn de li Quds û Şerîaya Rojava çalakîyên berxwedanê zêde bûye, ji ber vê yekê ye ku tê gotin sîyonîstên îşxalker ketine nav tirsekî. (ÎLKHA)