Rûsya: Yekema şênîya Pavlîvkayê hat bidestxistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku yekema şênîya Pavlîvkayê a li herêma Donetska Ukraynayê ji teref hêzên Rûsyayê ve hatin bin kontrolkirin.

Ekleme: 15.11.2022 11:15:21 / Güncelleme: 15.11.2022 11:15:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin ya Rûsyayê ve hat belavkirin, pevçûnên li herêma Donetska Ukraynayê didome û weha hat gotin, “Hêzên leşkerî ya Rûs di encama şereke bi dijwar yekema de şênîya Pavlîvkayê a li Komarîya Xelq a Donestkê ye bi temamî bidestxist.”

Berdevkê Wezarata Parastin ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov, destnîşan kir ku êrîşên hêzên Ukraynayê ên li herêmên Kupyansk, Krasniy Lîman, başûra Donestkê hatin qewirandin û li vê derê nêzê 300 leşkerên Ukraynayê hatin bêtesîrkirin, gelek cebilxaneyên leşkerî jî hatin îmhekirin.

Konaşenkov diyar kir ku di nav 24 seatê dawîn de 3 navenda rêveberîyê, sotemenî û cebilxaneya leşkerî ya aîdê Ukraynayê hatin îmhekirin, 6 balafirên bêînsan ya hewayî jî hatin xistin.

Konaşenkov di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Heta niha 333 balafir, 176 helîkpter, 2 hezar û 504 balafirên bêînsan a hewayî, 388 sîstema fuzeyê ya parastina hewayî, 6 hezar û 593 tanq û erebeyên bi zirh, 891 roketavêtin zêde, 3 hezar û 577 obûs û topa hewayê, 7 hezar û 216 erebeyên leşkerî ya bi taybet hatin îmhekirin.” (ÎLKHA)