Hejmarê binçavkirina di êrîşa Taksîmê de derket 48 kesan

Di çarçoveya tehqîqata derheqê êrîşa li Taksîma Stenbolê de 37ê wan biyanî 48 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 15.11.2022 11:05:17 / Güncelleme: 15.11.2022 11:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tehqîqata ku derheqê êrîşa bombeyî a ku li Ceddeya Îstîklalê hatibû kirin û 6 kes miribûn û 81 kes jî birîndar bûbûn de hatibû destpêkirin didome.

Ekîbên Midirtîya Ewlehîya Stenbolê, heta niha zêdetirê wan Sûrîyeyî, 37ê wan biyanî 48 şikdaran qefalt.

Miameleyên şikdarên ku hatin binçavkirin li ewlehîyê didome û operasyon jî berdewam dikin. (ÎLKHA)