Li Êlihê tankera sotemenîyê ket nav kerîya pez: Herî kêm 70 mêşin telifîn

Li alîyê Sê Rêya Heskîfa Êlihê, tankera sotemenîyê ket nav kerîya pez. Herî kêm 70 mêşin telef bûn.

Ekleme: 15.11.2022 10:55:18 / Güncelleme: 15.11.2022 10:55:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di derdorê seat 20.30yan de, li ser rêya Sê Rêya Heskîfa Êlihê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, kerîya pez a aîdê welatîyên ku ji zozanê vedigerin e, di seatên êvarê de dema ku li ser rê diçin tankera sotemenîyê a bi plaqeya 72 AAJ 061ê ket nav kerîyê.

Di encama qezayê de ji 70 zêdetir mêşin telef bûn, cenderme li cihê bûyerê lêgerînan kir.

Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin dûre ji çûndin û hatinê re vebû. (ÎLKHA)