Li Sudanê ji ber şerên bi çek rewşa awarte hat îlankirin

Piştî pevçûnên ku li wîlayeta Darfura Orte ya li herêma Darfura Sudanê di navbera ‘eşîretan pêk hat û bû sedema mirina 24 kesan ji bo mehekî rewşa awarte hat îlankirin.

Ekleme: 15.11.2022 09:50:20 / Güncelleme: 15.11.2022 09:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber sedema pevçûnên ‘eşîretên wîlayetê herî kêm 24 kes canê xwe ji dest dan.

Qerar hat girtin ku rewşa awarte ya ku ji 13 Mijdarê roja yekşemê dest pê bike û heta mehekî bidome hat îlankirin.

Hat daxuyandin ku rewşa awarte, ji ber sedema parastina ewlehîya dewlet û welatîyan ve hatîye îlankirin.

Li giştîyê wîlayetê qedexeya kombûnîyê hat anîtin.

Tê îddîakirin pevçûna ku di navbera ‘eşîreta Kurên Raşîd û Mîserîyayê de pêk hatîye ji ber sedema dizîyê qewimîye. (ÎLKHA)