Li Hîndistanê ocaxa kevir hilweşîya: 15 karker asê man

Li wîlayeta Mîzoramaya Hîndistanê piştî hilweşîna ocaxa kevir herî kêm 15 karker di bin enqazê de man.

Ekleme: 15.11.2022 09:40:22 / Güncelleme: 15.11.2022 09:40:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li texma Hnahthiala ku 178 kîlometre li başûra Aizwala paytexta wîlayeta Mîzoramê ye qewimî.

Rayedaran gotin ku di dema hilweşîna ocaxa kevir de 15 karker di bin enqazê de asê man.

Hat îfadekirin ku hinek qamyon û kefçe jî di bin enqazê de mane.

Ji bona ku karkerên di bin enqazê de asê mane bên xelaskirin ji cihê bûyerê re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)