Hejmara kesên ku di pevçûna li Êlihê de canê xwe ji dest dan derket 4 kesan

Li Êlihê di encama pevçûna ku di navbera du malbatan de pêk hatibû de 3 kes canê xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.

Ekleme: 14.11.2022 21:15:19 / Güncelleme: 14.11.2022 21:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Girbereşka Êlihê di navbera du komên nasên hev de ji ber kolana bîra avê pevçûn derket. Di encama pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 3 kes canê xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn. Hat hînbûn hejmara mirîyan îro zêdetir bû. Tê diyarkirin  kesekî din ê ku giran birîndar bûbû îro canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)