Derheqê hilweşîna pira li Hîndistanê de 9 kes hatin binçavkirin

Derheqê hilweşîna pira li wîlayeta Guajarata Hîndistanê a ku nêzê 134 kes canê xwe ji dest dabûn de 9 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin di navbera kesên ku hatine binçavkirin de firotvanê biletan û rayedarên şîrketa ku pirê temîr kirine jî hene.

Ekleme: 01.11.2022 09:20:35 / Güncelleme: 01.11.2022 09:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya Hîndistanê, heta niha 177 kesên ku ji nav kesên ketine nav çemêne hatin xelaskirin, hejmarê mirîyan jî derket 141 kesan. Hat îfadekirin ku di navbera mirîyan de zarok jî hene.

Rayedarên hikumetê, îfade dikin ku sebeba hilweşîna pirê ji ber hejmara zêde ya însanan bûye û ji pira ku 125 kes dikare herin ser re 143 kes çûnê ser pirê. Tê texmînkirin ku hejmarê mirovên ku li ser pirê bûne 500 kes in. (ÎLKHA)