Li Rihayê di êrîşa çekdarî de 2 bira canê xwe ji dest dan

Li navçeya navend Xelîliyeya Rihayê di şerê çekdarî yê navbera malbatan de 2 bira canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.11.2022 09:09:57 / Güncelleme: 01.11.2022 09:09:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Îpekyolê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di navbera her du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîkaş, di demeke kurt de bi derxistina çekan veguherî.

Di şerê ku derket de M.A. û C.A. bi giranî birîndar bûn.

Birîndar, ji teref ekîbên tenduristiyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê.

Digel bi temamê midaxeleyan jî 2 birayan canê xwe ji dest dan.

Der barê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin (ÎLKHA)