Li Kubayê qezaya kelekê: 5 mirî

Li Kubayê, keleka ku ji bajara Florîdaya Emrîqayê bi rê ket û hat destnîşankirin ku tê de koçber hebûne li keştîya ku aîdê mihafizên sînorê ye qelibî û di encama qezayê de 5 kes mirin.

Ekleme: 31.10.2022 09:40:36 / Güncelleme: 31.10.2022 09:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Keleka ku koçber tê de bûn, li Girava Bahîa Hondaya ku girêdayê bajara Artemîsaya li bakura welat, li keştîya ku aîdê mihafizên sînorê ye qelibî.

Di encama qezayê de 1 jê zarok 5 kes canê xwe ji dest dan, 23 kes jî ji teref ekîbên ewlehîya sehlê ve hatin xelaskirin.

Ji teref Wezareta Karên Hindir yê Kubayê ve derheqê bûyerê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku kelekeka aîdê Emrîqayê ya ku qaçaxçîtîya însanan dikir sînorên avê yê Kubayê îxlal kir û li keştîya aîdê yekîneyên Kubayê qelibî û bin av bû. (ÎLKHA)