Li Rihayê cesedê zilamekî hat dîtin

Li navçeya Sêwereka Rihayê di nav ‘erdekî de cesedê zilamekî yê ku gule li serê wî hatibû berdan hat dîtin.

Ekleme: 28.10.2022 09:50:35 / Güncelleme: 28.10.2022 09:50:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li derdora Taxa Ayvanatê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, welatîyên ku di nav ‘erdekî de yekî bê rih dîtin, telefonê ekîbên polês û tenduristîyê kirin.

Ekîbên tenduristîyê ên ku hatin cihê bûyerê, piştî tehqîqatê destnîşankirin zilamê ku gule li serê xwe xwaribû canê xwe ji dest daye.

Hat tespîtkirin ku cesed aîdê Ferhat A.yê 21 salî bûye.

Ceset, ji bona ku otopsî bê kirin hat rakirin mergê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)