Elon Musk Twitterê stand

Elon Muskê Revêberê Bilind yê SpaceX û Teslayê, Twittera şîrketa medyaya civakî bi 44 dolarî stand.

Ekleme: 28.10.2022 09:40:34 / Güncelleme: 28.10.2022 09:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Elon Musk, bi fermî daxuyand ku ew Twitterê stand.

Muskê di meha Nîsanê de li serê hîsseyê 54,20 dolarî dabû, bi tevahî 44 milyar dolarî stand.

Musk piştî standina Twitterê berê 4 rêveberên rayebilind ên ku di nav wan de Parag Agrawalê CEOya Twitterê û Ned Segalê CFOyê jî hene da.

Musk di hîsaba xwe ya Twiiterê de daxuyanî da û weha got:

“Sebeba min ya standina Twitterê ev e,  ji ber ku ji bo paşeroja şaristaniyê girîng e ku xwedan hawîrdorek dîjîtal a hevbeş be ku mirovên ji cûrbecûr baweriyan dikarin bi rengek saxlem nîqaş bikin bêyî ku serî li şîdetê bidin. Piranîya medyaya kevneşopî van tundrewên polarîzekirî teşwîq kirin û mezin kirin, ji ber ku ew bawer dikin ku ew e ya ku di lêgerîna wan a bêdawî ya klîk de drav dide, lê bi kirina vê yekê, derfeta diyalogê winda dibe. Ji ber vê yekê min Twitter stand. Min ew nekir ji ber ku ew ê hêsan be. Min ev nekir ji bo ku ez zêdetir pere qezenc bikim. Min ji bo alîkariya mirovahiyê kir. Ez vê yekê bi dilnizmî dikim û qebûl dikim ku negihîştina vê armancê tevî hewildanên me yên çêtirîn îhtîmalek pir rast e.” (ÎLKHA)