Li Colemêrgê 47 kîlo tiryak hat bidestxistin

Li navçeya Gewera Colêmêrgê di nav erebeya ku hat sekinandin de 47 kîlo û 400 gram tiryak bidestxistin.

Ekleme: 27.10.2022 14:30:39 / Güncelleme: 27.10.2022 14:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Colêmêrgê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ji teref wezîfedarên Midirtîya Ewlehîya Bajêr ve xebatên li dijî tiryakê didomin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di nav erebeyeke ku li navçeya Geverê hat sekinandin de 42 kîlo û 600 gram esrara taqoz û 4 kîlo û 800 gram benîşta efyonê bi temamî 47 kîlo û 400 gram tiryak hat bidestxistin, derheqê şikdaran jî tehqîqat hat destpêkirin.” (ÎLKHA)