Li Hîndistanê tankera sotemenîyê teqîya: 2 mirî 25 birîndar

Li wîlayeta Madya Pradeşa Hîndistanê piştî qelibîna tankera sotemenîyê teqîn pêk hat, di encama teqînê de 2 kes canê xwe ji dest dan 25 kes birîndar bûn.

Ekleme: 27.10.2022 09:15:33 / Güncelleme: 27.10.2022 09:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Madya Pradeşa Hîndistanê tankereke ku di rê de diçû qelibî û teqîya.

Di qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan, herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, destnîşankirin dema ku tanker diqelibe xelqê herêmê jî diçin cihê qezayê û teqîn jî wê demê pêk tê.

Kesên birîndar, ji bona tedawîyê hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)