Berxwederên Filistînî ji bona hemberîdana şehîdan bi dehan çalakîyan li dar xistin

Berxwederên Filistînî, ji bona hemberîdana 6 şehîdên ku ji teref rejîma îşxalker ve hatibûn qetlkirin, di nav 24 seatên dawîn de ji 60î zêdetir çalakîyên berxwedanê li dar xistin.

Ekleme: 26.10.2022 16:05:37 / Güncelleme: 26.10.2022 16:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya Filistînê berxwedaran, li herêmên cuda yê Şerîaya Rojava bi çekan û bi kêran herî kêm 60 çalakîyan tertîp kirin.

Berxwedaran, ji çalakîyên ku kirin ve bi keviran zerarê dan 7 erebeyên ku aîdê şênîyên îşxalkeran e, ji erebeyên îşxalkeran re 9 molof û bombeyên ku bi destan tên çêkirin avêtin, qamerayeke îşxalkeran şikandin û balafireke bê însan a ku xuyangan digirt jî xistin xwarê.

Hat îfadekirin ku di encama çalakîya kêrkirinê de şênîyeke îşxalker li gundê El-Fundukê hat birîndarkirin, di encama êrîşên ku li Nablusê hatin kirin de jî pevçûn derketin û ji erebeyên îşxalkeran re jî bi bombeyan bersiv hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku berxwedaran li nuqteya kontrola leşkerî ya li Qudsê jî êrîş li leşkerên sîyonîstan kirin. Xeyn ji van li Taxa Es- Selam, Bîddu û Ebu Dîsaya Qudsê jî di navbera hêzên berxweder û hêzên îşxalkeran de şer derket, di vê şerê de jî erebeyên îşxalkeran bûn hedefên keviran û balafireke bê însan jî hate xistin.

Xeyn ji van çalakîyan li hinek bajar û qezayên Şerîaya Rojavayê jî di navbera îşxalker û berxwederan de şereke dijwar pêk hat.

Rejîma îşxalker doh 5ê wan li Nablusê, 1ê wî jî li Ramallahê tev de 6 mucahîdên Filistînîyan şehîd kiribû û 40 kesan jî birîndar kiribû. (ÎLKHA)