Serokkomar Erdogan, bi Qral Charles re hevdîtinê kir

Recep Tayyîp Erdoganê Serokkomar, bi Qral Charlesê 3yemîn ê Qraltîya Brîtanyayê re bi telefonê hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de, minasebetên dualî hatin gotûbejkirin.

Ekleme: 26.10.2022 10:15:39 / Güncelleme: 26.10.2022 10:15:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihanê ve hat belavkirin, di hevdîtinê de, minasebetên Tirkîye-Qraltîya Brîtanyayê hatin bidestxistin.

Serokkomar Erdogan, di hevdîtinê de, şîna xwe ya ji ber mirina Qralîçe Elîzabetha 2yemîn pêşkêşî kir.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku, bawer dike ku minasebetên wan ên ku pişta xwe dide hevkarî û mittefîqtîyê wê di gelek beşan de ew ê di dewra nû de pêşve biçe. (ÎLKHA)