Sudana Başûr di bin avê da ye

Michael Makuei Luethê Wezîrê Enformasyonê, destnîşan ki ku ji 10 wîlayetên welat 8ên wan di bin avê de mane.

Ekleme: 26.10.2022 10:10:12 / Güncelleme: 26.10.2022 10:10:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Sudana Başûr ji 2 milyonî zêdetir mirov ji ber lehîyan bi xirabî tesîrdar bûn.

Michael Makuei Luethê Wezîrê Enformasyonê, destnîşan kir ku ji 10 wîlayetên welat 8ên wan di bin avê de mane û ji 2 milyonî zêdetir mirov jî mecbûr man ku malên xwe terk kirin û ji kehnîyên xwe yên  ku îdareyên xwe bi wan dikin jî mirûz man.

Neteweyên Yekbûyî jî ji bona welat banga alîkarîya acîl kir.

Li Sudana ku cîranê Sudana Başûr e jî ji meha Tebaxê vir ve gelek felaketên lehîyê hat jiyankirin. (ÎLKHA)