Pirsgirêka gihanîya WhatsAppê: Ji teref şîrket û Wezaretê ve daxuyanî

Ji teref şîrket û Wezaretê ve derheqê gihanîya WhatsAppa ku sepana pêxamîyê ye de daxuyanî.

Ekleme: 25.10.2022 14:45:37 / Güncelleme: 25.10.2022 14:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

WhatsAppa ku li gorî seatên Tirkîye di 10.00an de hilweşîyabû cardin di seat 12.00an de gihanî pê hat kirin.

Berdevkê Metayê a ku di bin banê xwe de medyayên civakî ên wek Facebook, Instagram û WhatsAppê dihewîne weha got, “Haya me ji hinek kesên ku niha di şîyandina gihanîyê de pirsgirêkê dikşînin heye û ji bona ku em di demeke kurt de cardin bînin wek rewşa wê ya berê dixebitin.”

Dr. Ömer Fatih Sayanê Alîkarê Wezîrê Wezareta Binesazî û Çûndin û Hatinê di hîsaba xwe yê medyaya civakî de weha got, “Di serwîsên WhatsAppê de ji ber kehnîyên global qutbûn tê jiyankirin û li welatê me jî bikarhêneran hinek jê tesîrdar dibin.” (ÎLKHA)