HUDA PAR: Divê bireveberîya Filistînê ji berxwedana ciwanan a ku dane destpêkirin re alîkarîyê bike

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê derheqê rojeva derve de daxuyanî da û balan kişand li ser berxwedana ku ciwanên Filistînê dane destpêkirin û meseleya Lîbyayê.

Ekleme: 25.10.2022 11:05:31 / Güncelleme: 25.10.2022 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ramanli di nirxandina ku kir de destnîşan kir, Divê ev berxwedana ku ciwanan dane destpêkirin ji teref bireveberîya Filistînê ve bê alîkarkirin û bêewlehîya xwarinê ya ku li alîyê başûra Çola Sehrayê ya Efrîqayê û mirovên ku li Lîbyayê mihtacê alîkarîyê ne, gerek jiw an re alîkarî bê kirin.

“Divê ev berxwedana ku ciwanan dane destpêkirin ji teref bireveberîya Filistînê ve bê alîkarkirin”

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê ku qala berdewamkirina êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Qudsê dike kir weha got, “Bireveberîya Filistînê, êrîşên rejîma îşxalker li Mescîdî Eqsa û cihên şênîyan, bi îlankirina herba komî ya li dijî xelqê Filistînê daxuyand. Di van rojên ku rejîma îşxalker doza êrîşên xwe zide dike de, rabûna xelqê Filistînê li herêmê û bûyîna Ramallahê ya navenda bexwedanê gelek tişteke kêfxweş e. Encax berxwadana ciwanan a ku li hember planên firehkirina herêmên îşxalê a li Qudsê û Şerîaya Rojavayê ya rejîma îşxalker, divê ku ji teref bireveberîya Filistînê ve bê alîkarkirin, divê ku astengî neyê derxistin alîkarî bê kirin.”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de weha got, “Rêya micadelekirina li dijî wan îşxalkerên ku bi anîtina Cîhûyîyan dixwaze ku îşxalê roj bi roj zêde bike û Filistînîyan jî ji Filistînê derbixe encax bi berxwedana hevpar çêbibe. Pêvajoya hevkarîya bi rejîma îşxalker re a welatên heremê, bedbextane ye ku xelqê Filistînê, li dijî îşxalê tenê û bêalîkarî hêştîne. Li hember bêdengmayîna bireveberîyan divê ku raya giştî ya Misilman meseleya Filistînê ji rojevê nexîne, ji bona ku rêveberên wan alîkarîyê ji berxwedanê re bikin micadele bikin.”

“Bêewlehîya xwarinê ya ku li alîyê başûra Çola Sehrayê ya Efrîqayê û mirovên ku li Lîbyayê mihtacê alîkarîyê ne”

Ramanli, di berdewama nirxandinê de, destnîşan kir ji ber belavkirina xwarinê ya bêadeletî li hinek herêman îsrafa xwarinê çêdibe lê li hinek herêman jî mirov rûberûyê birçîbûnî tinebûnîyê ne.

Ramanli di berdewama axavtina xwe de bi bîr anît ku ev mesele hefteya borî di raporên IMF û Bernameya Rabûna Neteweyên Yekbûyî de jî hatîye bicihkirin û weha axavtina xwe domand, “Li gorî rapora Dîmenê Aborîyîya Herêmê ya IMFyê, nêzê 123 milyon însan ên ku ji sedî 12 nifûsa welatên li başûra Çola Sehrayê ne, ew ê heta dawîya vê salê rûberûyê bêewlehîya xwarinê ya demborî bibin. Bêhizûrîyên nav ên ku li hinek herêmên Efrîqayê tê jiyankirin, bi tevî ziwayî, herba Rûsya-Ukraynayê û şoba Covîd-19ê ev reqeman li gorî sala parîn ji sedî 50 zêde bûye.”

Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got, “Di rapora Bernameya Rabûna Neteweyên Yekbûyî de jî tê destnîşankirin ku li Lîbyayê 1,3 milyon însan ên ku sedî 13 nifûsa welat e mihtacên alîkarîya însanî ya acîl in. Li Lîbyaya ku bi normalî welateke ne feqîr e, ji ber pevçûn û herba nav welat, dibe sebeba derketina welat ya mirovan, ketina rewşa penaberan û ketina rewşeke ku mihtacbûyîna alîkarîyê. Hemû ev tiştan nîşan didin ku herb û pevçûnên ku tên jiyankirin, mirovên feqîr û mihtac ên ku li dinyayê hene zêde dike. Gerek sazîyan û sazîyên hemû navneteweyîyan ji bona ku ev pevçûn û herbên ku dibin sebeba tinebûnî û feqîrîyê bi dawî bikin bixebitin, ji bona ku rewşa welatên dewlemend alîkarîya zêde ji mirovên feqîr û mihtac re bikin xebatê bikin.” (ÎLKHA)