Li Endonezyayê keleka rêwîyan şewîti: 14 mirî

Li başûra Endonezyayê di keleka ku tê de 240 kes hebûn de şewat derket, 14 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 25.10.2022 09:45:34 / Güncelleme: 25.10.2022 09:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dema ku kelek, bi tevî 230 rêwî û 10 mirettebatên xwe ji Kuppanga ku li wîlayeta Nusa Tenggara Rojahilatê ye diçû Kalabahîyeyê şewat pêk hat.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Ajansa Xelaskirin û Lêgerîna Neteweyî ve hat belavkirin, di encama xebatên ku bi ekîbên xelaskirinê û keştîyên ku nêzê kelekê bûn ve hatin kirin de 226 kes hatin xelaskirin, 14 rêwî jî canê xwe ji dest dan.

Li Endonezyayê çûndin û hatin bi giştî bi kelekan e. (ÎLKHA)